PeyamaKurd – Rojnameya îngilîzî yaTimesê îro di gotara xwe ya sereke de îdiayên bikaranîna fosfora spî li Rojavayê Kurdistanê kir mijara xwe. Rojname di gotara xwe de dibêje li Rojava ‘fosfora spî hatiye bikaranîn’ bang kir ku li ser îdîayên bikaranîna çeken kîmyewî lêpirsîn bêne kirin.
Rojnameya The Timesê di gotara xwe ya îro de diyar dike ku bikaranîna fosfora spî bi tevahî ne qedexe ye û di çarçoveya Peymana Cenêvê dikare di hin çekan de hebe lê nayê wê wateyê ku ew çek li hemberî sivîlan were bikaranin. Di gotarê de tê gotin Brîtanya jî tê de di envantera gelek dewletên rojavayî fosfora spî heye.
‘Li Rojava teqez fosfora spî hat bikaranîn’
Rojnameya îngilîzî bibîr dixe ku bikaranîn fosforê li ser sivîlan qedexe ye û cî dide bûyereke li Hesekê.
Di wê bûyerê de bijîşkekî îranî yê 69 salî Abbas Mansouran ji peyamnêrê rojnameyê Anthony Loyd re gotiye di 15-20 birîndarên ku derman kirine de rastî şûn û şopa şewatên fosforê hebûye. Ew bijîşk dide zanînku di nava van kesên ku li ser wan fosfora spî hatiye birîndarkirin de sivîl û zarok jî hebûne.
Pisporên çekên kîmyewî yên navdewletî li herêmê jî ji rojnemeyê re teqez kirine ku “fosfora spî hatiye bikaranîn.”
Ji aliyê din ve Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewwî (OPCW) jî ragihandibû ku ew ji bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexe agahdar in û derbarê çekan de hin zanyarî parvekiribûn
Tirkiyê bikaranîna çekên kîmyewî red dike
Tirkiye di mijara çekên kîmyewî de tengav bûye. Wezîrê Derve yê Tirkiyê red dike, ku di êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê de, hêzên wî welatî çekên qedexekirî û kîmyayî bikar nîbin û dibêje, di envantera TSKê de giramek jî çekên kîmyewî tine ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin