PeyamaKurd - Rêveberê polîsê Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Hewlêrê jinek bi tometa kuştina zilamekî hate girtin.
Rêveberiya polisê parêzgeha Hewlêrê îro 11ê Cotmehê bi daxuyaniyeke li ser rûpela xwe ya facebookê ragihand: “Beşa polîsê nehiştina tewan / ofîsa lêkolîna li tewanên kuştinê, piştî agahdar bû j tewaneke kuştinê ya li taxa Mistewfî ku termê hemwelatiyekî bi nave Saman li goristana Îmam Mihemed hatiye avêtin dest bi lêkolînê kir û karî jinek bi navê H.A.H bi tometa kuştina hemwelatiyekî ve bigre.”
Li gorî daxuyaniyê wê jinê li tawana xwe mikur hatiye û li gor madeya 406 ya yasaya cezayan hatiye girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin