Londonê jiyana hevalbendên xwe yên lesker ên Afgan xiste xeterîyê

Londonê jiyana hevalbendên xwe yên lesker ên Afgan xiste xeterîyê

Peyama Kurd - Hate ragihandin ku Brîtanyayê, nêzîkî 200 endamên hêzên taybet ên Afgan ku beriya desthilatdariya Talîbanê ew perwerde û fînanse kiribûn dersînor kirîye û niha ew xeterî heye ku têkevin destê Talîbanê.

Li gor nûçeya BBCyê, nêzîkî 200 endamên hêzên taybet ên Afgan ku beriya desthilatdariya Talîbanê, ji aliyê Brîtanya ve hatibûn perwerdekirin û fînansekirin wê di demek nêzîk de bên dersînorkirin û vegerandin ji bo Afganistana ku di bin kontrola Talîbanê de ye.

Di nûçeya BBCyê de hate ragihandin ku serlêdanên vîzeyê yên piraniya endamên hêzên taybet ên Afgan ên ku ligel hêzên Brîtanî û Amerîkî li Afganistanê şer kiribûn hatine red kirin.

Hate zanîn ku ev leşkerên Afganî, demek berê bi frokeyeke leşkerî ji bo Pakistanê hatine arastekirin û Pakistan jî dixwaze ew ji bo Afganistanê dersînor bike.

Generalekî berê yê Artêşa Brîtanyayê vê helwesta welatê xwe weke “îxanet” û “bêrûmetî” pênase kir.

General Richard Barrons, ku 12 salan di Artêşa Brîtanyayê  de li Afganistanê peywirdar bû, ji BBCyê re got; "Ji alî Brîtanyayê ve dersînorkirina van leşkeran, riswabûn û durûtî ye û nayê qebûlkirin."

Barrons di berdewamîya axaftina xwe de nerazîbûna xwe bi vî awayî derbirî:

"Ev helwest nayê qebûlkirin. Ev xiyanet e û berdêla vê xiyanetê ew e; kesên ku ji me re xizmetê dikin bimirin an jî jiyana xwe di zindanan de derbas bikin."
 
Di sala 2021 de, serokwezîrê wê demê Boris Johnson ji Parlamena Brîtanyayê xebatên van hêzên taybet ên Afganî "pir girîng in" pesindar kiribû û gotibû; “Ji bo derbasbûna ewle ya van leşkeran, çi ji destê Brîtanyayê bê wê bike.”
 
Pîştî derkete holê ku hikûmeta Brîtanyayê, serlêdanên wergirtina vîzeyên wan red kiriye, fikarên li ser rewşa van leşkerên Afganî jî zêde bûn.
 
BBCyê nameyek taybetî ku di Adara 2022an de ji Wezareta Derve ya Brîtanyayê re hatiye şandin bi dest xistiye ku di nameyê de tê xwestin Brîtanya, ji 32 walîyên berê, dozger û karbidestên Afganî ku ji sala 2006an heta 2014an li parêzgeha Helmandê ji bo Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xebitîne alîkariye lezgîn bike.
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin