Amerîkayê pistevaniya xwe ya bo xwepêsandanên Îranê eskere kir

Amerîkayê pistevaniya xwe ya bo xwepêsandanên Îranê eskere kir

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, ragihand ku rêveberiya Washingtonê piştgiriyê dide maf û daxwazên xwepêşanderên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku çend roj in li dijî bihayî û hejariyê nerazîbûna xwe nîşan didin.

Ned Price li ser hesabê xwe yê twitterê got: “Em piştevaniyê didin xelkê nerazî yê Îranê ku mafên xwe li dijî hikûmeta Îranê diparêzin.”

Price dibêje; “Em ji mafê wan yên lidarxistina kombûnên aştiyane û mafê azadiya gotinê li ser torên civakî û derve, bê tiris û tundûtîjî û reftarên tolhildanê piştevanîyê dikin.”

Hêjayî gotinê ye, daxuyaniya Ned Price yekem berteka rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden a bo xwepêşandanên Îranê ye ku ew twît ji aliyê Nûnerê Taybet yê Amerîkayê bo kar û barên Îranê Robert Molly ve jî hatiye belavkirin.

Zêdetirî hefteyekê ye, bi sedema xirabûna rewşa jiyanê û bilindbûna nirxan, bêkarî, dizî û gendeliya berpirsên rejîmê li gelek bajarên Îrana û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan têne lidarxistin.

Li gorî zanyariyan heta niha 5 welatî bi guleyên hêzên Îranê hatine kuştin, bi dehan kes birîndar bûne û bi sedan xwepêşander jî hatine girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin