IAEA: Rusya, hegera qezaya nukleerê zêde dike

IAEA: Rusya, hegera qezaya nukleerê zêde dike

PeyamaKurd- Civata Rêveberiya Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA), Rusya li ser ewlehiya nukleera Ukraynayê tawanbar kir. Li ser vê xetereyê jî ji aliyê rayedarên saziyê ve bang li Rusyayê hat kirin ku êrîşên li derdora santrala Zaporijyayê, rawestînin.

Di destpêka hefteyê de li paytexta Awustralyayê ya Viyanayê civîna Civata Giştî ya IAEAyê dest pê kiriye û di van civînên tên kirin de ji aliyê rêveberiya IAEAyê ve daxuyaniyek hat dayîn û ji bo raya giştî ya cîhanê hat ragihandin ku Rusya, bi çalakiyên xwe yên êrîşî yên li derdora herêma santrala nukleerî ya Zaporijyayê, ewlehiya nukleera li Ukraynayê dike bin xetereyê.

Bi rêya daxuyaniyê bang li rayedarên Rusyayê hat kirin ku êrîş demildest werin rawestandin. Hat ragihandin kudi van civînan de ji ber peydakirina van xetereyên cidî yên nukleerê, li dijî Rusyayê biryar hatiye dayîn.

Di biryara ku hat dayîn de hat gotin ku “Ev helwesta Rusyayê, di serî de xelkê Ukraynayê, civakên li welatên cîran û welatên navneteweyî dike bin xetereya qezayeke nukleerî yan jî hegera qewimîna vê qezayê peyda dike.”

Her wiha ji aliyê van rayedaran ve hat ragihandin ku piştî rêveberiya Moskowê santrala nukleerê ya Zaporijyayê bi darê zorê kir bin venêrîna xwe û digel vê jî çalakiyên xwe yên êrîşî dide dewamkirin, li Zaporijyayê hebûna hêzên Rus û pisporên Saziya Enerjiya Atomê ya Dewletê ya Rusyayê (ROSATOM), hem ewlehiya santralê hem jî ewlehiya peywirdarên sivîl ên li santralê bi awayekî cidî dike bin metirsiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin