Parêzgarê Hewlêrê ji Iraqê re: Em van pereyên ji me re hatiye diyarkirin red dikin

Parêzgarê Hewlêrê ji Iraqê re: Em van pereyên ji me re hatiye diyarkirin red dikin

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li hember biryara Encûmena Wezîran a Iraqê ya ji bo rûbirûbûna lehiyan ji Herêma Kurdistanê re nîşan da û diyar kir: “Ev pere ne di asta hêviyên me de ye.”

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi daxuyaniyekê eşkere kiribû, Serokatiya Encûmena Wezîran a Iraqê, 2 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna lehiyan ji Herêma Kurdistanê re dabîn kir.

Li ser vê biryara Encûmena Wezîran a Iraqê, Parêzgarê Hewlêrê di daxuyaniyê de nerazîbûna xwe nîşan da û destnîşan kir, ji bilî ziyanên canî, ziyanên madî biqasî 21 milyar Dînar hatin texmînkirin, ji ber wê û wek mafekî me yê yasayî me daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku ji budçeya karesatan û bûyerên awarte ku mehane ji budçeya Herêma Kurdistanê tê birîn, beşa ku mafê Herêma Kurdistanê ye ji me re vegerîne.

Parêzgarê Hewlêrê da zanîn: “Di civîna Encûmena Wezîran a Iraqa Federal de, biryar hat dayîn ku tenê 2 milyar Dînar ji Hewlêrê re were şandin, ev jî li hemberî ziyana mezin a karesateke xwezayî ya bi ser bajarê me de hatiye, tu carî ne di asta hêviyên me de bû.”

Herwiha di daxuyaniyê de diyar kir: “Ev pere ne di asta qebareya ziyanan de ye, ji ber wê ligel ku em van pereyên ji me re hatiye diyarkirin red dikin û bi tu awayî wernagirin, em bêhêvîbûna xwe ji hevkariyên Hikûmeta federal a Iraqê nîşan didin û em van pereyan qebûl nakin.”

Parêzgarê Hewlêrê eşkere kir: “Em daxwazê ji Encûmena Wezîran a Iraqê dikin ku biyara xwe ve berçav re derbas bike, ji ber ku tiştê me daxwaza wê kiriye, mafekî me yê yasayî ye û ne em xêrekê daxwaz dikin, ji ber ku mehane bi navê xerciyên siyasî ji budçeya Herêma Kurdistanê dihat birîn û niha jî di vê dema ku pêwîstiya me heye, divê ji me re bê vegerandin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin