Erheja Îzmîrê | 1148 peyhej çêbûn, hejmara miriyan gihîst 85an

Erheja Îzmîrê | 1148 peyhej çêbûn, hejmara miriyan gihîst 85an

PeyamaKurd – Bîlançoya erdheja Îzmîrê ya Tirkiyê ku bi tundiya 6.9an roja 30yê Cotmehê rû dabû zêde dibe.

Çavdêrxaneya Kandillî ya Enstîtuya Lêkolînên Erdhejan ragihandiye ku piştî erdheja mezin, heta niha 43 jê ser 4 pileyan 1148 peyhejên din çêbûne.

Herwiha hatiye ragihandin ku hejmara miriyên erdhejê û cenazeyên ji bin kavilan hatine derxistin jî gihîştiye 85 kesan.

Herî dawî ji bin kavilên avahiyekê 32 cenaze û 15 kesên birîndar hatine derxistin ku lêgerîn û xebatên rizgarkirinê li ser 7 avahiyên hilweşiyayî berdewam dikin.

Heta niha li gorî amarên fermî 962 welatî birîndar bûne û tedawiya 220 lêqewmiyên erdhejê jî li nexweşxaneyan berdewam dike.

Herî dawî ji bin kavilên avahiyekê zarokeke keç a 3 salî bi navê Elif Perinçek piştî 65 saetan û zarekeke din 14 salî İdil Şirin piştî 58 saetan hatibûn rizgarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin