PeyamaKurd- Rûsyayê, Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (AGİT) sîxuriya dayîna agahiyên Rûs û alîgirên yekîneyên Rûs tawanbar kir. Ji bo tawanbariya ku bi rêya daxuyaniya çapemeniyê hat kirin, delîlek nehat nîşandan.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaharova, bi daxuyaniyeke çapemeniyê tometa sîxuriya Rûsyayê li rêxistina AGİTê kir. Zaharova got ku Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê, cih û agahiyên Rûsan û yekîneyên lîgirên Rûsan dide îstîxbaratên rojavayî û Ukraynayê. Bêyî ku li ser vê tometê delîlek were nîşandan, Zaharova got ku ji bo lêpirsînerên li herêma Donetskê, dê delîlên berdest werin pêşkêşkirin.
Mîsyona AGİTê ew e ku ji sala 2014an ve di navbera cudakarên li rojhilatê Ukraynayê yên bi piştgiriya Rûsyayê û Artêşa Ukraynayê de pevçûnan dişopîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin