Endamên AAS ji Tirkan zêdetir dijminatîya Kurdan dikin

Endamên AAS ji Tirkan zêdetir dijminatîya Kurdan dikin

Hat ragihandin ku wê Artêşa Azad a Sûrîyê a ku bi destê Tirkîyê hatiye damezirandin, li Girê Spî û gundên derdora wê bên bicîhkirin. Her çiqasî agirbest hebe jî, artêşa Tirk û Artêşa Azad a Sûrîyê amadekarîyên xwe zêdetir dikin.

Li gor tê ragihandin û li gor daxuyanîyên çapemenîya Tirk, endamên AAS ji bajarê Kîlîsê derbasî bajarokê Akçakaleyê dibin û ji wir jî derbasî Girê Spî dibin. A balkêş ew e ku endamên AAS jî bi nîşan û sloganên faşîstên Tirk dilivin û gef û zirtan li Kurdan dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin