PeyamaKurd - Desteya Destpakiya Iraqê ragihand ku berî 3 salan dadgehê biryar li dijî berpirsekî berê yê wezareta berevaniyê derxistibû û niha jî careke din biryareke nû li dijî wî berpirsî derxistiye ku 800 milyon dolar gendeliya perê xezîneyê kiriye.
Desteya Destpakiya Iraqê îro Yekşemê bi daxuyaniyekê eşkere kir, dijî berpirsekî wezareta berevaniya Iraqê du biryarên dadgehê derketine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, cîgirê emîndarê berê yê wezareta berevaniya Iraqê li gel du şîrketên taybet peyman pêkaniye ji bo anîna amûr û pêdiviyên wezareta berevaniyê û di wî karî de gendelî kiriye.
Cîgirê emîndarê berê yê wezareta berevaniya Iraqê Ziyad Qetan ji aliyê dadgeha Kerx a Bexdayê ve taybet derbarê dosyayên destpakî de biryara hukimkirina wî hatiye dayîn.
Desteya Destpakiya Iraqê da xuyakirin: “Ew berpirsê wezareta berevaniyê yê berê, peyman kiribûn ku 90 zirxpoş bînin û di wî karî de gendelî kirine û gelek binpê kirin pêkanîne. Divê ew tewanbar 800 milyon dolar pere li xizîneya giştî vegerîne.”
Hêjayî gotinê ye, Ziyad Qetan reviyabû Urdinê, lê Nîsan a 2018ê li Urdinê hate girtin û piştre di Îlon a sala 2018ê de dadgehê biryara girtina wî û cezayê 10 sal girtîgehê ji bo wî derxist.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin