PeyamaKurd – Li ser beyana sekreterê giştî Abu’l Ala El Welayî ku di bin sîwana Haşdî Şabî de ye, ji Kurdistanê ji Antî-terorê bersivekî tund hat dayîn. Kurdistan Antî-teror bi awayekî nivîskî ragihand ku Welayî ne nûnerê Iraqê ye, ti fermiyetekî wî tineye û weha dewam kir:
“Terorîstên tirsonek yên ku bi daxwaza axayên xwe tevdigerin û dixwazin welat bikin wêrane. Hun her roj li deverekî tevgerên terorîstî dikin. Hun bi sîvîlan bedelan didin dayîn, mekanên civakî û balafirgehan dixin hedefa xwe û êrîşê hêzên koalîsyonê dikin.
Eger budçeya vî welatî di destê we de be, di encama wê de wê xelkê vî welatî di nav felaketan de û di bin sînorê feqîriyê de bijî û wê ji ser sergoyan gilêşê bicivînin. We kîn û nefreta xwe di 16 ê cotmehê de li dijî serok Barzanî nîşan da.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin