PeyamaKurd – Li gorî ragihandina Dezgeha Çalakvanên Mafêh Mirovan a Îranê (HRANA) îro Sêşemê 14ê Sibatê, li bajarê Arakê 3 girtî hatin bidarvekirin.
Hat ragihandin ku 3 girtiyên li girtîgeha Erakê ku bi hincetên kirîn û firotina madeyên hişbir bi îdamê hatibûn sizadan, îro Sêşemê cezayê wan hatiye înfazkirin.
Hat zanîn ku hersê girtî duh bo odeyên yaketesî yên girtîgehê hatibûn veguhestin û îro danê sibehê jî hatine îdamkirin ku nasnameya wan girtiyan jî hîn eşkere nebûye.
Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan, tenê di sala 2022yan de li Îranê 565 kes hatine îdamkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin