Ûkrayna: Me girtiyên dîl bi hev guhert

Ûkrayna: Me girtiyên dîl bi hev guhert

PeyamaKurd – Ûkrayna û Rûsya di navbera xwe de gelek dîlan bi hev guhertin. Ûkrayna ragihand ku 41 kesên Ûkraynî dageriyane welatê xwe. Cîgira serokwezîrê Ûkraynayê İrina Vereşuk ragihand ku di nav kesên bi hev hatine guhertin de 28 ji wan xebatkarên serwîsê û 13 sîvîl hene ku 11 ji wan jin in.

Meha borî leşkerê deryayî Trevor Reed ê Amerîkan ku li Rûsyayê girtîbû, ji aliyê wezareta karên derve yê Rûsya de serbest hatibû berdan û Amerîka pîlotê Rûsya yê bi navê Konstantin Yaroshenko yê ku li Amerîkayê zîndanî bû, li Tirkiyê wan bi hev guhertibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin