Hewramî: Hikûmeta Kurdistanê li pey çareseriyeke bingehîn e!

Hewramî: Hikûmeta Kurdistanê li pey çareseriyeke bingehîn e!

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewawa Hewramî got, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîma hikûmeta Kurdistanê ya hevdîtinan ligel Bexdayê dike, spartiye ku tenê yek pirsê jî bê bersiv nehêlin û diyar kir, hikûmeta Kurdistanê ji bo mafên gelê Kurdistanê li pey çareseriyeke bingehîn e.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro 16ê Cotmehê da xuyakirinB “Serdana şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê û civînên wan ligel lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê wek hilbijardeya me bixwe ye û nîşana niyeta cîdî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser hemû pirsên darayî.”

Hewramî da zanîn: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîma hikûmeta Herêma Kurdistanê spartiye ku li Bexdayê tenê yek pirsê jî bê bersiv nehêlin û pir bi şefafî hevkar bin.”

Pêşewa Hewramanî got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraq a federal de li pey çareseriyeke bingehîn e, ji bo parastina mafên hemwelatiyên Kurdistanê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin