PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li taxa Abdullah Paşa, di salona dawetê de di navbera malbata bûk û zavê de pevçûn derket û 3 kes birîndar bûn.
Ewilî di navbera malbatan de munaqeşe çêbû û paşî li hev xistin. Di şer de 3 kes birîndar bûn. Li ser bûyerê polîs û tîmên tendurstiyê çûn ciyê bûyerê.
Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanan û polîs tedbir girt da rûdan mezin nebe.
Nehat ragihandin bê sedema pevçûna her dû malbatan bi çi sedemiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin