Kurdên Feylî di bin navê yek sîwanê de kom bûn

Kurdên Feylî di bin navê yek sîwanê de kom bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Kurdên Feylî yên li Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî ji boparastina mafên xwe daku di bin yek sîwanê de kom bibin li Kerkûkê civînek li dar xistin.

Berpirsê Ofîsa Karûbarên Kurdên Feylî li Baregeha Barzanî Elî Feylî ji medya Kurdistanê re ragihand ku demeke dirêje ew ji bo yekgirtina rêxistina Kurdên Feylî kar dikin û got, “Kurdên Feylî xwedî gelek rêxistinên warên cuda ne ji bo bidestxistina mafên xwe û herwiha di warê mafên mirovan de jî rêxistinên wan hene. Lê heta niha belav bûn, me hewl da ji bo di bin yek sîvanê de kom bibin. Ji ber wê jî ji duh ve li bajarê Kerkûkê me civînek bi wê armancê pêk anî.”

Hat diyarkirin ku wê navê rêxistina sîwan a Kurdên Feylî ‘Tora Rêxistinên Kurdên Feylî li seranserê Iraqê’ be û nêzîkî 10 rêxistinên li Hewlêr, Kerkûk, Silêmanî, Xaneqîn û Bexdayê tê de beşdar bûne.

Di civîna Kerkûkê de, desteya bilind a Kurdên Feylî hatiye hilbijartin û wê bi fermî ji bo danûstandinên siyasî nûnertiya Kurdên Feylî li Herêma Kurdistanê û Iraqê bike.

Li aliyê din Serok Barzanî jî kêfxweşiya xwe bo yekgirtin û yekdengiya Kurdên Feylî aniye ziman û piştevaniya wan dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin