PeyamaKurd- Dewleta Afxanistanê û Talîbanê li hev kiribûn ku di cejna Remezanê de dev ji şer berdin lê berya cejnê û piştî cejnê Talîban navbir nexistiye nava êrîşan. Tenê di 3 rojên cejnê de agirbesê kiribû.
Ev 12 roje ku cejin qediyaye û êrîşên Talîban û DEAŞê bo ser hêzên dewletê ranewestiyane. Niha serokê dewleta Afxanistanê Eşref Ganî bi tirs dibêje ku bi Talîbanê re agirbes qediya ye û dê operasyon destpêbikin.
Ganî di dewama axaftina xwe de got ku Talîban kengê bixwaze, ew amade ne ku agirbesê bikin. Ganî dewam dike û dibêje ku ferman daye hemû parêzgehên welat da dest bi operasyonan bikin.
Agirbes heya 19 ê hezîranê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin