Li Wanê pistî 100 rojên qedexeyê car din qedexe hat ragihandin

Li Wanê pistî 100 rojên qedexeyê car din qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ku 100 roj çêbûne ku qedexeya her cure çalakî û bernameyên cemawerî hatiye ragihandin, car din bo 15 rojan qedexe hat ragihandin û ew qedexe hat dirêjkirin.

Parêzgariya Wanê bi nîşandana hincetên wekî; rêgiriya êrîş û çalakiyan û parastina mal û milkê welatiyan qedexeya ku 100 roj zêdetir berdewam bû car din bo 15 rojan dirêj kir.

Li gorî qedexeya hatiye ragihandin çalakiyên cemawerî, xwepêşandan, civînên li derve, daxuyaniyên çapemeniyê, vekirina standan, kampanyayên îmzeyan, anket, belavkirina belavokan û cureyên din ên çalakiyan qedexe ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin