Rûsyayê li Donetskê xist!

Rûsyayê li Donetskê xist!

PeyamaKurd – Li bajarê Selydove yê herêma Donestk a Ûkraynayê di êrîşa hêzên Rûsyayê de 5, li bajarê Volnovakha jî di êrîşan de 1 kes mirin.

Rûsyayê êrîşî rojhilatê Ukraynayê kir. Li bajarê Selydove yê herêma Donetskê di êrîşa bi 2 moşekên rênîşanderî de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 8 kes jî birîndar bûn.

Parêzgariyê Herêma Donetskê Vadym Filaşkin di daxuyaniya xwe de wiha got: "Hemû bajarok û gundên herêma Donetskê her tim di bin gefa êrîşên dijmin de ne."

Filaşkîn diyar kir ku di êrîşê de 15 xaniyên taybet, 21 wesayît, 4 dikan û 1 tesîsên pîşesaziyê zirar dîtine.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin