Almanya: Me girêdayîbûna xwe ya bi enerjiya Rûsyayê kêm kir

Almanya: Me girêdayîbûna xwe ya bi enerjiya Rûsyayê kêm kir

PeyamaKurd Almanyayê ragihand, di warê enerjiyê de " bi awayekî neçaverêkirî" girêdayîbûna xwe ya bi Rûsyayê kêm kiriye.

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius got, Almanyayê "bi awayekî neçaverêkirî" girêdayîbûna xwe ya bi Rûsyayê di warê enerjiyê de kêm kiriye.

Pistorius beriya ku bi hevtayê xwe yê Hindistanê Rajnath Singh re li New Delhiya paytexta Hindistanê bicive, di hevpeyvînekê de bi rojnameya The Indian Express re, derbarê têkiliyên berevaniyê yên di navbera her du welatan de û bandorên şerê Rûsya û Ukraynayê de daxuyanî da.

Pîstorîûs diyar kir, Almanyayê di warê enerjiyê de bi awayekî neçaverêkirî girêdayîbûna xwe ya bi Rûsyayê re kêm kiriye û di têkiliyên xwe yên bi Moskowê re polîtîkaya kêmkirina rîskê, ne qutkirina têkiliyan meşandiye.

Pistorius bal kişand ku Şerê Rûs-Ukraynayê ku "bandorên dîrokî li ser ewlehiya Ewropayê" kir, helwesta Almanyayê ya ji bo parastinê guhert û da zanîn, ew li ser yekem Stratejiya Ewlekariya Neteweyî ya Almanyayê dixebitin ku rêbernameyek e ji bo hinartina çekan wekî amûrek siyaseta ewlehiyê.

Wezîr Pîstorîus destnîşan kir, înîsiyatîfa hilberîna cebilxaneya leşkerî ya ku ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ve ji bo piştgiriya Ukraynayê hat destpêkirin, divê ji bo welatên ne endamê Yekîtiya Ewropayê jî were vekirin.

Wezîra Alman eşkere kir, Moskow NATOyê ji şerê Rûsya û Ukraynayê berpirsyar dibîne, derewek eşkere ye û sûcdarkirina NATO ya ku hevalbendiya wê ya berevaniyê ye, nîşana bêhurmetiya Rûsyayê ya li hemberî hiqûqê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin