Nêçîrvan Barzanî, pesendkirina budceya Iraqê nirxand

Nêçîrvan Barzanî, pesendkirina budceya Iraqê nirxand

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di derbarê pesendkirina budceya Iraqê de axivî û diyar kir ku divê garantî bê dayîn ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û dayîna mûçeyên fermanberan ji ber sedemên siyasî neyê bipaşxistin.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser helwesta pesendkirina budceyê û got,

“Em pêşwazî li pesendkirina budceya sê salan a Iraqê dikin. Em hêvîdar in ku ev yek, ji bo geşepêdana aborî, aramiya siyasî û veberhênanê bingehek çêbike. 

Em pîrozbahiyê li kesayetên rêzdar dikin ku bi dilsozî ji bo berjewendiyên hevwelatiyan û wekheviya gelê Iraqê kar dikin."

Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku reftarên hinek parlamenteran li dijî mafên Herêma Kurdistanê û navçeyên nakok, cihê mixabiniyê ye û got:

"Tiştê ku qewimî, ne li gorî bingehên rêkeftina siyasî ya Hevpeymaniya Rêvebiriya Dewletê ye û çalakiyên bi vî rengî, nabe xizmeta proseya siyasî, rewş û paşeroja Iraqê bike.

Pêwîst e pêkanîna dadperwerane ya yasaya budceyê û cihê herêma Kurdistanê wekî statuyek siyasî ya destûrî bê dîtin û maf û berjewendiyên navçeyên nakok bên parastin. Divê piştrastiyeke temam bê dayîn ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û dayîna mûçeyên fermanberan ji ber sedemên siyasî nayê paşxistin û paşguhkirin.”

Nêçîrvan Barzanî di dewama peyama xwe de bal kişand ser vîna siyasî ya hevbeş û ziyanên ku bi helwestên heyî digihîjin Herêma Kurdistanê û got,

“Tiştê ku me di dirêjahiya gotûbêjên bûdceyê de dît, cihê nîgeraniyeke mezin e û careke din vê rastiyê îspat kir ku parçebûna aliyên Kurdistanî, ziyanê digihîne Herêma Kurdistanê. 

Lê di warê vîna siyasî ya hevbeş û parastina berjewendiyên giştî de em dikarin vê yekê bikin derfetek ji bo bihêzkirina baweriya di navbera me de ku ji bo baştir rêxistinkirina xwe, kêmkirina aloziyan û bihêzkirina Iraq û Herêma Kurdistanê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin