Peyamakurd - Hat îdiakirin ku Erebistana Siûdî piştî bi çend hefteyan bi ser kuştina Cemal Kaşikcî de ku li Konsulxaneya Stenbolê hatibû kuştin, rojnamevanekî din ê Siûdî kuştiye.
Li gor zanyariyên ku hîn nehatine piştrastkirin, nivîskar û rojnamevanê siûdî Turkî Bin Abdul Azîz Al-Jasser hefteya çûyî piştî îşkenceyên dema binçavkirinê hatiye kuştin.
Bizavkarê Mafê Mirovan Yahya Assirî jî ragihandiye ku ev demeke agahî ji Azîz Al-Jasser nîne.
Li gor zanyariyan demek berê hesabê Twitterê yê Azîz Al-Jasser ku binpêkirinên mafên mirovan ên rêveberiya Erebistana Siûdî belav dikir hatibû tesbîtkirin û di meha adarê de jî ji ber wî hesabî hatibû binçavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin