Tirkiyê 110 terorîstên DAISê sandin welatan

Tirkiyê 110 terorîstên DAISê sandin welatan

PeyamaKurd – Piştî ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê biryara vegerandina terorîstên DAIŞê yên di destê xwe de bo welatên wan daye, heya niha 110 çekdarên terorîstên DAIŞê bo welatên ku hemwaltiyê wê ne, hatine şandin.

Li gorî nûçeyên medya Tirkiyê, di navbera 11ê Mijdarê û 19ê Kanûna 2019an de, 21 DAIŞî bo Almanyayê, 13 bo Fransayê, 5 bo Brîtanya, 2 bo Belçîka, 2 Holanda, 2 Mexrîbî, 2 Kosowayî, 1 Denmarkî, 1 Amerîkî, 1 Yunanî, 1 Îranlandî û 1 jî DAIŞîyê hemwelatiyê Avustralyayê bo welatên wan hatine şandin û dersînorkirin.

Li gorî amarên hatine belavkirin, niha 849 terorîstên ku li benda vegerandina welatên xwe ne di destê Tirkiyê de mane û dê ew jî demên pêş werin dersînorkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihandiye ku di xebatên tesbîtkirina welatên wan çekdarên DAIŞê de gihîştine dawiyê û niha bi welatên wan re pêwendî têne sazkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin