Yekem rojanemeya rojane ya elewiyan dest bi wêsanê kir

Yekem rojanemeya rojane ya elewiyan dest bi wêsanê kir

PeyamaKurd - Li Tirkiye yekemîn rojnameya rojane ya elewiyan bi navê “Bir Yol” dest bi wêşanê kir. Rojname niha weke 12 rûpel derdikeve û bi piştgiriya çend sazî û rêxrawên elewî wêşana xwe dike.

Rojnameya ku ji hêla hejmarek rojnamevan ve tê amadekirin bi naverokeke cûr bi cûr li pêşberî xwendevanan e. Gerînendeyê giştî yê Bir Yolê Vedat Kara dide zanîn ku ew dê hemû derdorên ku cihêkarî li wan tê kirin di rojnameya xwe de bihewînin.

Nivîskarên wekî Ercan Karakaş, Necdet Saraç, Çilem Kuçukkeleş, Gulsum Kav, Ferhat Kentel, Bilge Seçkin Çetinkaya û Alaattin Dinçer dê di rojnameyê de binivîsin.

Derbarê rojnameyê de Vedat Kara derbarê çapkirina rojnameyê de wiha got: “Rast e ku tê gotin ku rojnameyan temenê wan bi dawî hatiye. Lê tişta girîng berhemanîna nûçeyan e. Her ku ew beredwam bike rojname jî dê berdewam bin. Em helbet bi ekîbeke biçûk lê baş û bi derfetên kêm wêşanê dikin. Lê ew me natirsîne. Em ê di pêşerojê de berfirehtir û dewlemendtir bibin. Helbet em dê zêdetir li ser pirsgirêkên elewiyan bisekinin, lê derdor û kesên ku ji aliyê pergalê ve cudakarî li wan tê kirin kî bin em dê digel wan jî weke rêheval cîh bigirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin