Peymana sêqolî li Koska Sipî hat îmzekirin

Peymana sêqolî li Koska Sipî hat îmzekirin

PeyamaKurd- Bo têkiliyên Îsraîlê bi Îmratan û Bahreynê re normalîze bibin, li Koşka Sipî bi daweta serokê Amerîkayê Donald Trump di navbera her 3 dewletan de bi merasimekî peyman hat îmzekirin.

Di merasima peymana bi Îsraîlê re, serokê Amerîkayê Trump, serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû, wezîrê karên derve yê Îmaratan Abdullah bin Zayid Al Nahyan û wezîrê karên derve yê Bahreynê Abdullatif bin Raşid ez-Zeyanî hebûn. Trump di merasimê de sipasiya her 3 dewletan kir û weha got:

“Em îro bo bergeha dîrokê biguhêrin li vê derê ne. Em piştî perçebûn û pevçûnên bi salan dewam kirine, di sipêda (şefeqa) Rojhilata Navîn de ne. Me gavekî bo dahatûya tije refah û aştiyê avêtiye ku temamê baweriyan dikare di nav aştiyê de bin. Lihevkirina Îsraîlê û Bahreynê tenê yek mehekî dewam kir.”

Trump behsa dewletên din yên ku wê bi Îsraîle re peymanan îmze bikin kir û weha dewam kir:

“Wê Îsraîl, Îmarat û Bahreyn li welatên hev konsulxaneyan ava bikin, di sektorên tûrîzmê, bazirganî, ewlekarî û tenduristiyê de hevkarî û ortaxiyê bikin. Peymanên ku hatin kirin, xelkên herêmê ji têgihîştinên  dîrokî yên berê rizgar kir.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin