PeyamaKurd - Pergala parastina hewayî ya têkşikandina moşekên li ser fezayê Arrow 3 bi taybet li dijî fuzeyên ji Îran û Sûriyê bên avêtin hatiye hilberandin, hat ceribandin.
Wezareta Berevaniya Îsraîlê ragihand ku ceribandina Arrow 3 a li Alaskayê ku bi şirîkatiya Boeing Co û Amerîkayê hatiye hilberandin, serkeftî derbas bûye.
Arrow 3 xwedî karîna têkşikandina fuzeyên ji ser atmosferê ne û dikarin armancên xwe li fezayê biruxînin.

Sîstema Arrow 3 bi navê xwe yê din Hetz 3 bi hevkariya Îsraîl û Amerîkayê hatiye bipêşxistin û dikare fuzeyên bi serikên nukleerî, biyolojîk, kîmyawî û konvansiyonel hîn ji fezayê nehatin ser dinyayê tune bike.
Ceribandinên Arrow 3yan beriya niha li sala 2015an li ser Behra Spî hatiye kirin û ji sala 2017an ve jî li Îsraîlê hatine bicihkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin