PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo bingeha Pira Darbandî Ranya ya bi 9 milyon dolaran wê bê avakirin bavêje, çû bajarê Ranya û kevirê bingehîn danî.
Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kir û tê de diyar kir: ‘‘ Ez bo bingeha Pira Darbandî Ranîa, ya bi 9 milyon dolaran wê bê avakirin bavêjim, diçim Ranya, cîhê serhildana 1991an lê destpê kiribû’’
Ev pire, hêsankariyê ji bo çûnûhatina welatiyên devera Raperînê dike. Di warê bazirganiyê de jî, ji cotkarên deverê re dibe alîkar, ji bo berhemên xwe bigihînin bazaran.
Herwiha îro (Sêşem 13.10.2020) jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, encamdana çend projeyên din jî li sînorê devera Raperînê radigihîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin