Rûsya: Talîban neguherîye û di lîsta terorê de ye

Rûsya: Talîban neguherîye û di lîsta terorê de ye

Peyama Kurd - Rûsyayê ragihand ku her çend bûbe desthilatdar jî Talîban, nehuherîye û ji ber wê yekê ew Talîbanê ji lîsta komên terorîst dernaxin.

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê yê Efxanistanê Zamir Kabulov, ji Ajansa Khaama Press a Afganîstanê re ragihand ku Rûsya Talîbanê ji lîsta komên terorîst dernaxe.

Nûnerê Taybet Zamir Kabulov, ji bo birayara Kazaxistanê ya Talîbanê ji lîsta komên terorîst derxistinê got ku ew biryara Kazaxistanê ye û em hurmetê lê dikin lê belê helwesta Rûsyayê cuda ye.

Kabulov got: "Rûsya bawer nake ku Talîban guherîye. Her çend bûbe desthilatdar jî Talîban nehuherîye û ji ber wê yekê em Talîbanê ji lîsta komên terorîst dernaxin. Rûsya, ji bo Talîbanê ji lîsta komên terorîst derxe danûstandinan jî nake.

Kazaxistanê, roja înîyê, bi awayekî neçaverêkirî ragihand ku wan Talîbanê ji lîsta komên terorîst ên qedexekirî derxistîye. Di daxuyanîya ku ji alî Wezareta Derve ya Kazaxistanê ve hate belavkirin de hate diyarkirin ku biryara Kazaxistanê ya derxistina Talîbanê ji lîsteya komên terorîst, bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re hevguncav e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin