Qeter li Hewlêrê konsûlxaneya xwe ya gistî vedike

Qeter li Hewlêrê konsûlxaneya xwe ya gistî vedike

PeyamaKurd – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Balyozê Qeterê yê li Iraqê Xalid bin Hemend El Silêtî civiyan û hat ragihandin ku Qeterê biryar daye konsûlxaneya xwe ya giştî li Herêma Kurdistanê veke.

Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Sefîn Dizeyî û Iraqê Xalid bin Hemend El Silêtî civiyane û bal kişandine ser girîngiya pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê, bi taybetî piştî ku Qeterê biryar da Konsulxaneya Giştî ya welatê xwe li Herêma Kurdistanê veke.

Hat diyarkirin ku Sefîn Dizeyî di civînê de amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû cûre alîkarî û hêsankariyê ji bo vê pêngavê nîşan da.

Balyozê Qeterê yê li Iraqê Xalid bin Hemend El Silêtî jî di civînê de destnîşan kir, hikûmeta Qeterê kêfxweş e bi bihêzkirina pêwendiyên xwe yên ligel Hikûmeta Herêmê û ji bo vê mebestê jî pêngavên vekirina Konsulxaneya Giştî ya welatê xwe li Herêma Kurdistanê bi awayekî baş pêş ketiye û biryar e di demeke nêzîk de Konsulxaneya Giştî ya Qeterê bi awayekî fermî bê vekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin