PeyamaKurd- Li gorî ragihandina rayedarên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) operasyonên xwe yên li Rojava berdewam dikin û diyar kir ku TSKê ji bejahiyê ve jî herêm daye ber bombardûmanê.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku TSKê ji bejahiyê li hin xalên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên li Kobanê xistine. Her wiha hat diyarkirin ku balafirên şer ên Tirk li herêmên di bin kontrola HSDê yên li Tel Rifatê de cih digirin jî daye.
Rayedarên SOHRê da zanîn ku karwanên leşkerî yên TSKê, ji xalên cuda derbasî Sûriyeyê bûne û wê ber bi herêmên Rojava ve bimeşin.
Saziya Çavdêriyê bi berdewamî ragihand ku “TSKê çeperên HSDê yên li gundên Zurafa, Carkali, Kara Muğ û Zur Magar ên Kobanê yên li gundewarên rojhilatê Helebê bombebaran kirine lê belê wendahî çênebûne.
Ev 2 roj bûn ku Tirkiyeyê li dijî pêgehên PKK û HSDê yên li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê operasyonên asîmanî nekiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin