PeyamaKurd – Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (KGNY) mafên dengdanê yên 8 welatan, ji ber ku mafê beşdarbûnê yê salane nedane, rawestand. Heta ew welatana deynên xwe yên salane nedin, wê mafên wan ên dengdayînê rawestandî bimîne.
Li gor Sekreterê Giştî ya NYê Antonio Guterres daye zanîn, Îran, Venezuela, Sudan, Antigua û Barbuda, Komara Demokratîk a Kongoyê, Gînê, Vanuatu û Gîneya Nû ya Papua di dema xwe de deynê beşdarbûnê yê salane nedane û mafên wan ên dengdanê hatine rawestandin.
Herwiha li gor Peymana NYê, eger dewletek deynê xwe du sala nede, endambûna wê tê rawestandin. Lê dibe ku Lijneya Giştî car caran biryarên cuda jî bigire. Îsal jî Kamerûn, Somalî, Sao Tome û Giravên Principe-ê jî dibe ku bikeve nava lîsteya rawestandina endamtiyê.
Tê zanîn ku budçeya NYê di 2021ê de 2 Milyar û 600 milyon Euro bû. Herwiha çavkaniyên din ên NYê hene. Weke mînak, ji bo wezîfeyên aşîtiyê xwediyê nêzîkî 5 Milyar û 700 milyon Euro ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin