Ji Zelenskiy peyama 2024an ba serê Rûsyayê…

Ji Zelenskiy peyama 2024an ba serê Rûsyayê…

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser platforma medya civakî Xê peyamek belav kir û hêvî xwest di sala 2024an de, zêdetirî sîstemên berevaniya asmanî bidin wan daku qada asmanî ya Ukraynayê ji êrîşên Rûsyayê re bi temamî bê asêkirin.

Zelensky got: "Divê sala 2024an bibe sala ku qada asmanî ya Ukraynayê bi temamî ji Rûsyayê re bê asêkirin.”

Herwiha Zelensky da xuyakirin ku bi vî awayî dê zêdetir penaberên ukraynî yên ji ber şer koçber bûne vegerin welatê xwe û aboriya wan jî bipêş bikeve.

Zelenskiy, destnîşan kir ku wan nîvî zêdetirê erda xwe ya ketibû destê Rûsyayê di sala 2022yan de rizgar kiriye û beşek zêde ji fîloya keştiyên rûsî yên şer jî neçar mane vekişin. Zelenskiy got, ew dê bi parastina sîstemên asmanî re nêzîktirî serkeftinê bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin