PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Parlamentoya Kurdistanê îro Yekşemê projeyasaya çaksaziyê ya derbarê mûçe, hebûn û îmtiyazan de guftûgo dike.
Hat zanîn dê parlamento îro li demjimêr 11:00ê ji bo xwendina duyem ya projeyasaya çaksaziya mûçe, hebûn, bexş kirin û îmtiyazan bicive û wan sernavên çaksaziyan guftûgo bike.
Parlamentoya Kurdistanê xwendina yekem ya projeyasaya çaksaziyê di civîna 16ê meha borî de encam dabû û di wê civînê de bi piraniya dengan pênaseya bilez bo projeyasayê hatibû kirin ji bo de demeke kurt de were pejirandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin