PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf li ser daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump axivî û got ku em ne tirsiyan, hay ji xwe hebe!
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf li ser hesabê xwe yê twitterê bersiva Trump da wiha axivî: “Daxuyaniyên te em netirsandin. Dinyayê berî niha bi çend mehan tehdîdên mezintir jî dîtin. Îranî ji wan medenîtir in. Ev çil sal e ku em van tehdîdan dibihîzin. Bi hezaran salan em hene û me xirabûna gelek dewletan dît ku emrê wan ji gelek dewletan dirêjtir bû. Împaratoriya me jî yek ji wan bû. Baldar be!”
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî duh Amerîka tehdîd kiribû û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî bersiva Ruhanî dabû û gotibû êdî bes me tehdîd bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin