PeyamaKurd – Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî di daxuyaniyekê de diyar kir: “Bi nêrîna min, pêwîst e PDK û YNK zû zû bi hev re bicivin.”
Şanda PDKê do li Silêmaniyê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re civiya, piştî civînê Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî eşkere kir: “Herêma Kurdistanê ji aliyê ciyografî ve, ketiye herêmeke mijawî ku Rojhilata Navîn e, ji ber wê û ji bo xwe, dîrok û ciyografyaya xwe biparêzin, divê PDK û YNK û partiyên din jî yekhelwest bin.”
Fazil Mîranî destnîşan kir: “Me bi YNKê re civîneke baş kir û me guftûgo li ser pirsa destûra Herêma Kurdistanê, awayê hikumraniyê, çawaniya serederiya li gel Bexdayê û Komisyon û hilbijartinan kirin.”
Herwiha diyar kir, PDKê û YNKê çend komîteyan pêk tînin û pişt re careke din bi hev re dicivin û da zanîn: “Bi nêrîna min, pêwîst e PDK û YNK zû zû bi hev re bicivin.”
Sekreterê Polîtburoya PDKê di berdewamiyê de diyar kir: “PDKê li gel wê yekê ye ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de bê kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin