PeyamaKurd – Hate ragihadin ku îro Yekşemê 22yê Cotmehê cotkarên Mexmûrê li dijî rêgiriyên xalên kontrolê yên hêzên Iraqê li hev civiyan û rêya sereke ya di navbera Mexmûr û Hewlêrê de girtin.
Hate zanîn ku cotkarên Mexmûrê îro danê sibê cara duyem rêya Hewlêr-Mexmûrê girtin, ji ber ku rêbenda artêşa Iraqê rê nade wan ku tov û dermanên çandiniyê derbas bikin.
Nûnerê cotkaran got: “Piştî ku me hefteya borî rêya Hewlêr-Mexmûr girt, wan soza çareserkirina kêşeyan dabû, lê soza xwe pêk neanîn. Ji ber vê yekê me rê girt û kon vedan, heta pirsgirêka me çareser dikin.”
Hate bibîrxistin ku niha werzê çandina ceh û genim e, her çend e nameyeke me ya fermî heye ku semadê kîmyayî bînin Mexmûrê, lê artêşa Iraqê rê nade ku em derbas bikin û daxwaza pereyan dikin.
Hêjayî gotinê ye qezaya Mexmûrê, devereke deştî û bi axa xwe ya berhemdar navdar e, lê projeyên avdanê yên ku derfetê ji bo pêşxistina çandiniya didin lê kêm in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin