Hakan Fîdan, diçe serdana Iraqê

Hakan Fîdan, diçe serdana Iraqê

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dê di meha tebaxê de serdana Iraqê bike.

Berdevkê wezaretê El-Sehhaf, duh ji ajansa nûçeyan a Iraqê (INA) re ragihand ku Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve Fuad Husên pêşwaziya Balyozê Komara Tirkiyeyê li Iraqê Elî Riza Guney kir.

Sehhaf diyar kir ku di hevdîtinê de têkiliyên dualî hatin gotûbêjkirin û wiha hat gotin: "Rêyên xurtkirin û bipêşxistina pêwendiyan bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên herdu gelên dost bike hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan li ser serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî nirxand. Di seredana Wezîr Fîdan a ji bo Bexdayê de di nîvê duyemîn a vê mehê de were gotûbêjkirin."

Berdevkê Serokomariyê Ehmed El-Sehaf diyar kir ku hikûmeta Iraqê dê derfetên veberhênanê ji bo kompaniyên biyanî li Iraqê ava bike û got, "Kompaniyên Tirkiyeyê dikarin di pêvajoya avakirina Iraqê de roleke girîng bilîzin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin