Rûsyayê li ser Filîstînê daxuyanî da

Rûsyayê li ser Filîstînê daxuyanî da

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku divê biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya li ser avakirina dewleta Filistînê demildest bê tetbîqkirin û got, "Gelê Xezzeyê ji rewşa giran a însanî û pevçûnên ku ji ber dorpêçê diqewimin, dikişînin." "

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê, Lavrov piştî Foruma Hevkariya Rûsî-Erebî ya ku li Marrakeşa Fasê hat lidarxistin, bi Wezîrê Karên Derve yê Fasê Nasir Burîta û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Husam Zekî re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Lavrov di civînê de axivî û diyar kir ku rewşa li Xezzeyê her ku diçe girantir bûye û wiha got: "Me helwesta xwe dubare kir ku divê her cure kiryarên terorîstî bên şermezarkirin. Herwiha em difikirin, nayê qebûlkirin ku bi rêbazan bersivê bidin van kiryaran. cezakirina komî ya sivîlan û bikaranîna hêzê li dijî yasayên mirovî yên navdewletî."

Lavrov bal kişand ser girîngiya dabînkirina agirbesta domdar a li Xezzeyê û dayîna alîkariyên mirovî û wiha got: "Gelê Xezzeyê ji ber dorpêç û pevçûnên ku diqewimin ji rewşa mirovî ya giran dikişînin."

Lavrov hêvî kir ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di demeke herî nêz de derbarê rewşa Xezzeyê de biryarên pêwîst bide.

Lavrov bal kişand ser girîngiya avakirina dewleta Filistînê û wiha got: "Krîza li Rojhilata Navîn pirsgirêka avakirina dewleta Filistînê girantir kir. Em hevbîr in ku divê di zûtirîn dem de ev pirsgirêk bê çareserkirin. Heke nebe wê tundî berdewam bike. Piştî rawestandina pevçûnan bi hewldanên hevpar û çareserkirina pirsgirêkên însanî, yekser dewleta Filistînê ava dibe."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin