Rûsya: Amerîka xwe li Sûriyê bihêz dike!

Rûsya: Amerîka xwe li Sûriyê bihêz dike!

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya yê Sûriyê Alexander Lavrentyev got ku li gorî zanyariyên Moskowê Amerîka hêzên xwe yên leşkerî yên li bakurê rojhilatê Sûriyê bihêz dike.

Alexander Lavrentyev ji televîzyona RT ya Rûsî re axivî û îdia kir ku dezgehên îstixbaratê yên Amerîkayê ji bo kiryarên terorîstî bi komên tundrew re xebatên xwe didomînin.

Nûnerê Pûtîn got: “Sûriye û Tirkiye û Îranê li ser nexşerêya asayîkirina pêwendiyên Şam û Enqereyê li hev kirine ku ew nexşerê ji aliyê Moskowê ve hatiye amadekirin.”

Lavrentyev diyar kir: “Hemû aliyan bi awayekî giştî li hev kirine li ser danîna nexşerêya ji bo pêşvebirina proseya asayîkirinê, herwiha nêrîn û pêşniyarên xwe gotin û niha divê hevahengî were kirin ji bo bicihkirina vê nexşeyê.”

Alexander Lavrentyev herwiha da zanîn: “Ev pêvajo demeke dirêj dixwaze û tiştê herî girîng ew e ku proseya asayîkirinê ber bi pêşve biçe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin