PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ragihand ku ji ber welatên YEyê ji Ukraynayê re li ser hev çekan dişînin, cebilxaneyên gelek welatan kêm bûne.
Josep Borrell, di dema rûniştina li Parlamentoya Ewropayê de li ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê axivî û da zanîn ku li gelek welatên YEyê ku ji bo Ukraynayê çekan dibexşînin, cebilxane kêm bûne û li aliyê din jî Ukrayna, bi çekên ku Amerîkayê ji wan re şandine, amadekariyan dike ku ji parastinê, derbasî êrîşan bibe.
Borrell di axaftina xwe de bal kişand ser lêçûnên zêde yên çekan û diyar kir ku divê cihê van cebilxaneyan ên ku jê kêm bûye, were dagirtin û ji bo vê jî divê welatên YEyê, xwe ji xerckirina zêde ya pereyan dûr bixin û car din dest bi pergalkirina lêçûnên leşkerî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin