PeyamaKurd – Berdevkê Fermandehiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Hefacî diyar kir ku êrîşên Amerîkayê dijminatî ne û wê encamên metirsîdar derbikevin.
Şeva borî li taxa Meştel a li rojhilatê Bexdayê wesayîteke Heşda Şeibî bi balafireke bêmirov hat hedefgirtin.
Hefaci piştî êrîşan daxuyanî da û got, "Êrîşa Amerîkayê dijminatiyeke eşkere û binpêkirina serweriyê ye."
Hizbullaha Iraqê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku di êrîşê de 2 serkirdeyên Heşda Şeibî Ebûbekir Sadî û Erkan Elîawî jiyana xwe ji dest dane.
Tevgera Nûceba ya girêdayî Heşda Şeibî bang li hikûmeta Iraqê kir ku li hemberî êrîşan helwesteke bi biryar nîşan bide.
Tevgera Nûceba ku gefa tolhildanê ya êrîşa Amerîkayê ya li Bexdayê xwar, got: “Ev sûc bê ceza namîne.”
Tora Medyayî ya Ewlekariya Iraqê jî ragihand ku ji aliyê tîmeke teknîkî ya taybet ve derbarê êrişa navborî de lêkolîn hatiye destpêkirin û got, “Êrîş bûye sedema şewitandina wesayîtê û kesên tê de hatine kuştin. Lêkolîn ji bo destnîşankirina rêbaz û çavkaniya êrîşê berdewam dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin