Peyvên “Kurd” bi siklê “Tirk” hatin wergerandin!

Peyvên “Kurd” bi siklê “Tirk” hatin wergerandin!

PeyamaKurd- Berî niha gelek caran di gelek berheman de, peyv û navên bi Kurdan re eleqedar, hatibûn tehrîfkirin. Êdî berhemeke dî jî tevlî van tehrîfan bû.

Li gorî çapemeniya Kurdî, Rektorê Zanîngeha Mardin Artukluyê Prof. Dr. Ahmet Agirakça berhema “Îbnu’l Esîr ya Dîroka Îslamê ya bi navê El-Kamil Fi’t-Tarîh” wergerande Tirkî. Lê belê di berhemê de peyvên ku wekî “Kurd” hatibûn nivîsandin, bi şiklê “Tirk” hatin wergerandin.

Weke ku tê zanîn berî niha jî, berhemên Se’îdê Nûrsî (Se’îdê Kurdî/Bedî’uzzeman) Berhema Elî Şerî’etî ya bi navê Dîroka Medeniyetê û gelek berhemên dî jî hatibûn tehrîfkirin û peyvên bi Kurdan re eleqedar hatibûn derxistin an jî guhertin. Di van berheman de jî bi piranî li cihê peya Kurd; peyva Tirk hatibû nivîsandin.

Herî dawî Rektorê Zanîngeha Mardin Artukluyê Prof. Dr. Ahmet Agirakça di berhema Îbnu’l Esîr ya Dîroka Îslamê ya bi navê El-Kamil Fi’t-Tarîh de peyva Kurdan bi şiklê Tirkan wergerandiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin