Serokê êsîra Jîrkiyan Mehmet Adiyaman wefat kir

Serokê êsîra Jîrkiyan Mehmet Adiyaman wefat kir

PeyamaKurd – Rûspî û yek ji serokê eşîra Jîrkiyan Mehmet Adiyaman ê bi nasnavê Mihemedê Reşo, îro Pêncşemê li Colemêrg a Bakurê Kurdistanê di 81 saliya xwe de, ji ber sekta dil koça dawî kir.

Hat zanîn ku Mihemedê Reşo îro Pêncşemê danê sibê li mal dilê wî sekiniye û veguhestina Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê ku li nexweşxaneyê can daye.

Cenazeyê Mihemedê Reşo li Gundê Çemê Ezoyê yê 15 kîlometreyan dûrî navenda bajêr bo axê hat spartin.

Hejmarek ji rûspiyên herêmê, nûnerên partiyên siyasî û reveberên sazî û dezgehên sivîl û fermî jî beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Mihemedê Reşo bûn.

25ê Nîsanê testa koronayê ya Mihemedê Reşo pozîtîf derketibû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Colermêrgê piştî çareseriya 4 rojan a pizîşkî 30yê Nîsanê bo mala xwe hatibû şandin.

Şîna wî li Gundê Şemê Ezo hatiye danîn.

Mehmet Adiyaman bavê 41 zarokan bû û 189 neviyên wî hebûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin