Li Hewlêrê kevirê binyatê yê projeya Navenda Tomarkirina Koçber û Penaberan hat danîn

Li Hewlêrê kevirê binyatê yê projeya Navenda Tomarkirina Koçber û Penaberan hat danîn

PeyamaKurd – Li Hewlêrê, bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Hewlêrê, kevirê binyatê yê projeya Navenda Tomarkirina Koçber û Penaberan hat danîn.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di konferaseke rojnamevanî de diyar kir, ji sala 2014an ve, du milyon koçberên Iraqî û Sûrî hatine Herêma Kurdistanê, ji wan niha yek milyon koçber û penaber li Kurdistanê mane, ji ber ku bi sedema rewşa ewlehiyê ya xirap, ew nikarin vegerin cih û warên xwe.

Wezîrê Navxwe eşkere kir: “Em hêvîdar in aramî û ewlehî li cihê wan koçber û penaberan çêbibe, ji bo ew bikarin bi dilê xwe û bi hevkariya rêxistinên navdewletî û Netewên Yekgirtî vegerin cih û warên xwe.

Herwiha da zanîn: “Heta yek koçber li van kampekê bimîne jî, em deriyê kampê nagirin.”

Wezîrê Navxwe diyar kir: “Niha dora 250 hezar penaberên Sûrî li Herêma Kurdistanê ne. Em bi hêvî ne ew jî bi serbilindî vegerin herêmên xwe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye di pirsa vegerê de alîkariya wan bike, ji ber ku demek e hejmarek ji welatên alîkariya pêşkêş dikin ji ber rewşa belavbûna Koronayê hevkariya Herêma Kurdistanê nakin.”

Rêber Ehmed eşkere kir: “Pêwîst e Hikûmeta Federal a Iraqê, welatên alîkariya pêşkêş dikin û Netewên Yekgirtî alîkariya Herêma Kurdistanê bikin, ji bo em bikarin erkê xwe li hember penaberan cibicî bikin.”

Herî dawî destnîşan kir: “Vekirina vê navendê, ji koçber û penaberan re gelekî girîng e, ji bo xizmetên cuda û şêwirmendiya yasayî werbigirin. Pêştir wan serdana çend cihan dikirin, lê niha li yek pencereyê tevahiya kêşeyên wan dê çareser bibin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin