NY: Kontrola korîdora dexla Ûkraynayê car din destpêkir

NY: Kontrola korîdora dexla Ûkraynayê car din destpêkir

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku kontrola korîdora dexla Derya Reş di çarçova ‘Hewla Dexlê ya Derya Reş’ de destpêkiriye. Kontrol ji aliyê Navenda Koordînasyonê ya Hevpar ya NY de têkirin. Ragihandin ji aliyê cîgirê berdevkê Neteweyên Yekgirtî Farhad Haq de, di civîna çapemeneyiyê ya rojane de hat kirin. Haq ragihand ku kontrol di rojên yekşem û duşemê de nehatiye kirin û asta wê ji 1 ê gulanê heya niha, rojane  daketiye 2,9an. Haq weha got:

“Niha di deryayên Tirkan de 26 keştiyên dexlê hene û di wan keştiyan de 1 milyon 157 hezar û 974 ton dexl û xida heye. Keştiyên ku îro ketin ser rê, kontrola wan car din destpêkir. NY û Tirkiye bi temamê terefan re keştiyên ku diçin û tên, ji bo tevgera wan hêsan bike, ji nêz de dixebitin.

Ji bo ev kar di pêş de jî dewam bike, hevdîtin dewam dikin. Wê civîna di asta bilind de li Îstenbolê bibe. Dibe ku di civînê de cîgirê sekreterê NY yê ji karên mirovî berpirs û hem koordînatorê alîkariya lezgîn Martin Griffiths temsîl bike. Sekreterê giştî Antonio Guterres û tîma wî xebatê dike ku kar dewam bike û ji bo dewama sewqiyata dexl û xidayê Guterres ji Putin re name şandiye lê Putin heya niha bersiva namê nedaye.”

Hevdîtina terefan wê li Îstenbolê di 10-11ê gulanê de bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin