PeyamaKurd – Li welatê Fîlîpînê ji gerîllayên serhildêr 8 heb hatin kuştin. Gerîllayên rêxistina Artêşa Nû ya Gel xwestin di salvegera xwe de êrîşê ser qereqola hêzên hukumetê bikin û di navbera wan û artêşê de şer derket û şer danekî dewam kir. Li gor ragihandina rêvebirên leşkerî yên Fîlîpînî şer li eyaleta Lloiloyê li bajarê Miagaoyê li devera çiya derket û di encamê de 8 gerîlla hatin kuştin.
Piştî şer 4 sîlihên gerilla, mayîn û hinek belge ketin dest. Fermandarê herêmê general Benedict Arevalo ragihand ku ti kes ji artêşê nehatiye kuştin û li ser agahdarkirina xelkê deverê ku 70 gerîlla li herêmê hene, artêş operasyonê daye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin