PeyamaKurd - Endamê Serkirdeyatiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Nasrullah Surçî eşkere kiriye Encumena Serkirdayetiya YNKê bi şêwaza dengdanê namzedên xwe destnîşan dike.
Nesrullah Surçî ji medya Kurdistanê re axivî û got: “Îro şemiyê (06.07.2019) Encumena Serkirdayetiya YNKê li baregeha Mekteba Siyasî ya YNKê li Silêmaniyê dicive. Heta niha em nizanin cîvîna derbarê çi da ye. Eger civîn derbarê diyarkirina namzedan de bo hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şêwaza dengdanê û beyî ti kêşeyan namzedên xwe destnîşan dikin. Kîjan namzed dengê zêde wergire ew dibe namzedê wê postê.
Herwiha beriya bi demekê Endamê Serkirdayetiya YNKê Rehberî Seyid Birahîm ji medya Kurdistanê re axivî û da zanîn ku YNKê navên namzeddên xwe destnîşan dike û wê Encumena Serkirdayetiya YNKê biryarê li ser wan navan bide û ew ê jî namzedên xwe yên bo posta wezîriyê radestî serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin