Austin bang li Tirkiye û Yûnanistanê kir: Çareseriya pragmatîk bibînin!

Austin bang li Tirkiye û Yûnanistanê kir: Çareseriya pragmatîk bibînin!

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ABD Lloyd Austin, di hevdîtina ligel Wezîrê Berevaniya Yûnanistanê Nikos Panagiotopulos a li Washingtonê de, bang li herdu welatên Tirkiye û Yûnanistanê kir ku ji nakokiyên xwe çareseriyekê bibînin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Amerîkayê, herdu aliyan bi rêya dîyalogê rageşiya Deryaya Egeyê û rêyên çareseriyê jî axivîn û wê Austin rojên pêş ligel Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar jî hevdîtinê bike.

Herwiha Austin bang li herdu aliyan kiriye, ji bo çareserkirina nakokiyan çareseriyên pargmatîk bibînin.

Hêjayî gotinê ye, Tirkiye û Yûnanistan li ser mijarên qadên deryayî yên li Ege û Behra Spî nakok in û gelek caran herdu alî hevdû bi binpêkirinan tohmetbar dikin. Tirkiye herwiha li dijî leşkerkirina giravên Egeyê bertekê ji Yûnanistanê re nîşan dide ku Yûnanistan jî wan giravan wekî cihê serweriya xwe dibîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin