Çînê 10 leskerên Hîndû serbest berdan

Çînê 10 leskerên Hîndû serbest berdan

PeyamaKurd – Piştî şerê çend roj berê yên li ser sînorê Çîn û Hindistanê, bi dehan leşker hatibûn kuştin û hejmarek jî ji aliyê hêzên Çînê ve hatibûn dîlgirtin.

Rojnameya Hindu ya Hindistanî ragihand ku Çînê 10 leşkerên artêşa Hindistanê ku di şerê dawî yê di navbera herdu welatan de dîl girtibûn, serbest berdan.

Çavkaniyeke ewlekariya Hindistanê diyar kir, berdana van leşkeran, piştî danûstandinên di navbera herdu welatan de pêk hat û got, rewşa hemû leşkeran baş e.

Şerê di navbera Çîn û Hindistanê de, li devera Ladax a sînor pêk hatibû û artêşa Hindistanê ragihandibû ku 20 leşkerên wan hatine kuştin.

Li gorî ajansa ANI ya Hindistanê 43 leşkerên Çînê jî di wî şerî de hatine kuştin û rewşa hin birîndaran giran e.

Nakokiyên Çîn û Hindistanê li ser deverên sînorên Himalayayê ji sala 1962an ve berdewam dikin û di sala 2017an jî şerekî 72 rojan di navbera hêzên herdu aliyan de qewimîbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin