Li Kercewsa ser Batmanê qeza: 5 birîndar

Li Kercewsa ser Batmanê qeza: 5 birîndar

PeyamaKurd – Li Batmanê li navça Kercewsê du otomobil li hev ketin û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Di qezayê de ajotvan Seyit Emin Tunç, ajotvan Feyyaz Deniz, kesên di otomobîlê de bûn İrem û Nimet Akan û Sümeyye Deniz birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê çûn ciyê qezayê û mudaxele bi birîndaran kirin û wan birin nexweşxana dewletê ya Kercewsê.

Li nexweşxana dewletê ya Kercewsê mudaxeleyê birîndaran kirin û wan şandin nexweşxana Batmanê ya lêkolîn û perwerdê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin